Putin: Ger di civîna li gel Biden de mekanîzmayên danûstandinê çêbibe wê encam were girtin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin got, ger di civîna li gel Serokê DYA Joe Biden de mekanîzmayên danûstendinê werin saz kirin, wê civîn vala neçe.

Vladimir Putin beriya civîna navbera aliyan, daxuyaniyek nû da.

Putin anî ziman ku ew ê têkliyên startajîk, qeyranên herêmî û aboriyê nîqaş bikin û wiha got.

“Ger mekanizmayek baş were avakirin, ez difikirim ku wê civînek baş be.

Dema ev yek pêk hat, wê demê dikare were gotin civîn bê encam nebû.”

Putin diyar ku hinek şirketên DYA dixwazin li welatê wan karbikin, lê astengî ji bo wan tê derxistin.

Bi vê yekê re Putin pirsa gelo ev yek şêwazê nû yê cezayane kir.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin helwesta Biden û rêveberiya Waşîngton ya ji bo civînê bi erênî nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Berî civînê di asta jor de, her du alî her dem hewl didin ku hin gotûbêjên neyînî kêm bikin da ku atmosfera xebatê ya guncaw biafirînin. ”

Tê payîn ku Putin û Biden 16’ê Hezîranê li Cenevre civîneke dualî pêk bînin.

Back to top button