Li dijî êrîşa li ser HDP’ê li gelek welatên cîhanê jî nerazîbûn hatin nîşandan û ji bo HDP’ê peyamên piştgiriyê hatin dayîn.
Hat diyar kirin kiryarên van êrişan hêza xwe ji kampanyayên qirêj ên ku ji aliyê AKP û MHP ve li dijî HDP tên meşandin digirin.
Rêxistin û siyasetmedarên navneteweyî dijî êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê helwest nîşan dan.
Endama Meclîsa Nûnerên Hollanda Katî Pîrî bertek nîşan da û sersaxî ji malbata Deniz re xwest.
Koma Sosyalîst û Demokratîk a Ewropayê jî anî ziman ku ev êrişa hov, li dijî bingehên hemû pergalên demokratîkin.
Partiya Keskan a Awropayê jî êrîş û kuştina endama HDP’ê şermezar kir.
Raportoru Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor got, ”Pêwîste ev komploya siyasî ya dijî HDP’ê tavilê bi dawî bibe.
Partiya Çep a Parlamentoya Ewropayê jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman,
Divê yekitiya Ewropayê, demildest li dijî vê hoviyê deng derxîne.
Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Perlementeya Ewropayê jî êrîşa li ser HDP’ê şermezar kir û got,
Kiryarên van êrişan hêza xwe ji kampanyayên qirêj ên ku ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve li dijî HDP’ê tên meşandin digirin.
Alîkara Dîrektora Ewropa û Asyaya Naverastê ya Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) Emma Sînclaîr Webb jî axivî.
Emma got divê kuştina Deniz Poyraz ji her alî ve lê were pirskirin û ji Erdogan xwest ku dev ji gotinên bi nefretê yên dijî HDP’ê berde.
Endamê Koma Keskan a PE’yê û Serokê Komîsyona Parlamentoya Têkel a YE-Tirkiyê Sergey Lagodînsky ev bang kir,
Ez bang li rayedarên Tirk dikim ku lêpirsîna rûdanê were kirin û dawî li kampanyaya nefretê ya dijî HDP’ê were.
Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heniz Bîerbaum kuştina Deniz weke ‘êrîşeke nemerdane’ bi nav kir.
Ji Partiya Karker a Holldana Katî Pîrî jî diyar kir ku kuştin Deniz encama polîtîkaya nefretê ya li dijî muxalîfên siyasî ye.
Ji Partiya Keskan a Elman parlamenter Can Ozdemîr jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam da û sersaxî ji malbatê re xwest.
Meclîsa Netewî ya Katalan jî bi peyamekê piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re teqez kir.