Amnesty International: PDK’ê bêyî fermana dadweran welatiyan binçav dike

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty İnternational) ragihand ku PDK’ê bêyî fermana dadweran, welatiyan binçav dike.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi raporekê diyar kir ku li parêzgeha Dihokê tenê zêdeyî 100 kes hatine binçavkirin û beşek ji wan ji bi mehan hatine wendakirin û gef li malbatên wan hatiye xwarin.

Rêxistinê got ku 6 kes ji ber karê rojnamevaniyê û tevlêbûna xwepêşandanan, hatine wendakirin.

Rêxistinê her wiha anî ziman ku PDK’ê welatiyan bêserûber binçav dike.

Di raporê Rêxistina Efûyê de, behsa her 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê û binpêkirina der heqê wan de jî hat kirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku girtin û binçavkirina bi vî rengî, tirsê xistiye nava rojnamevan û çalakvanan.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty İnternational) bang li PDK’ê kir ku kesên girtî yekser berde û çarenûsa yên wenda diyar bike.

Back to top button