Zextên hêzên PDK’ê yên li dijî gel

11’ê Îlonê li navçeya Xebat a Hewlêrê du malbatan şer kirin.Di encamê de jî 3 kes hatin kuştin.Duh êvarê herdu aliyan dîsa şer kirin, lê kes nehat kuştin.

Xizmên kuştiyan diyar kirin ku kujer nehatine girtin û hêza Zêrevanî ya ser bi PDK’ê wan diparêze.Li bajorakê Rizgarî yê ser bi navçeya Xebatê jî hêzên Zêrevanî xaniyê dayika pêşmergeyekî şehîd rûxand.

Li ser vê yekê xelkê bajarok li ber hêza Zêrevanî rabû û nerazîbûna xwe nîşan dan.

11’ê Îlonê li navçeya Xebatê ya Hewlêrê du malbat piştî pevçûn şer kirin û di encamê de ji heman malbatê 3 kes hatin kuştin.

Kuştî bav û du kurê wî ne.

Duh êvarê careke din her du malbat pevçûn. Di şer de malbatan sîleh bi kar anîn.

Xizmên kuştiyan diyarkirin ku heta niha jî kujer nehatine girtin û hêza Zêrevanî ya ser bi PDK’ê wan diparêze.

Yek ji xizmê her sê kesên ku hatibûn kuştin Selah Qesbû got, heta niha kujer nehatine girtin û mala kujeran ji aliyê hêzên Zêrevanî ve tê parastin û hikûmet jî bêdenge.

Hêzên zêrevanî xaniyê dayika pêşmergeyekî Şehîd rûxand

Li aliyê din, li bajarokê Rizgarî yê ser bi navçeya Xebat a Hewlêrê, hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK’ê xaniyê dayika pêşmergeyê şehîd rûxand in.

Ji ber rûxandina xaniyê dayîka pêşmergeyê şehîd, xelkê bajarok li ber hêza Zêrevanî rabû û nerazîbûna xwe nîşan da.

Di encama êrişa zêrevanî de hinek welatî birîndar bûn.

Xelkê bajarok dibêje, ger carek din heman hêz ji bo rûxandina xaniyên wan bên, ew ê careke din li ber wan rabin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Back to top button