Japonya..Tokyo tetbîqata herî mezin ya 30 salên dawî pêk tîne

Japonya bi beşdariya 100 hezar leşker, 20 hezar wesayît û 120 balafiran dest bi tetbîqata leşkerî ya herî mezin a 30 salên dawî kir.

Hêzên Xweparastina Bejahî ya Japonyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê tetbîqta wan heta dawiya meha Mijdarê dewam bike.

Di daxuyaniyê de, hate gotin ku ev tetbîqat ji 1993’an ve ya herî mezin e.

Bi vê yekê Japonya armanc dike ku hêza parastina welat baş bike û balê bikişîne ser qonaxa amadekirina operasyonê.

Tetbîqata leşkerî, bi beşdariya 100.000 xebatkarên leşkerî, 20.000 wesayît û 120 balafiran pêk tîne.

Ev tetbîqat hemwextî wê yekê hat ku DYA û hevalbendên wî li dijî bihêzbûna Çînê ya di warê leşkerî û aborî de daxuyaniyan didin.

Di tetbîqatê de wê hêzên noqîvan yên DYA jî beşdar bibin.

Her wiha ji seranserê welat jî wê tank, amûrên pêwist û pergalên ragihandinê yên li welat ji bo cihê tetbîqatê werin veguhestin.

Tokyo: Ceribandina moşekan ji aliyê Koreya Bakurî ve gefek li ser welatê me ye

Di vê naveberê de, bertekên li dijî ceribandina moşkan ji aliyê Koreya Bakurî ve didome.

Serokwezîrê Japonya Suga Yoşihide got,

Ceribandina moşekan ji aliyê Koreya Bakurî ve bi ti awayî nayên pejirandin û ev yek gefeke li dijî aşîtî û parastina welatê me.

Back to top button