Çalakiya parlamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîdê di roja 12’an de dewam dike

Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda Îmraliyê gazî Wezareta Dadê a Tirkiyê kirin û gotin: “Divê ev tecrîd demildest bê rakirin. Pêwîste parêzer û malbata birêz Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bikin.”

Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP’ê, li ber Wezareta Edaletê yê li Enqereyê di roja 12’an de dewam dike.

Daxwaza Parlamenterên HDP’ê tavilê tecrîd bê rakirin û bi Rêber Apo û girtiyên din re hevdîtin bê kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li ber deriyê Meclîsê li ser navê parlamenteran axivî.

Hasan Ozguneş destnîşan kir ku 23 sal in li Îmraliyê tecrîd li dijî Rêber Apo û girtiyên din tênsepandin û got:

“Sepana vê tecrîdê ne li gorî pîvanên olê, ne li gorî pîvanên ehlaqî û ne jî li gorî hiqûqa Tirkiyê û hiqûqa gerdûnî ye.

Em di heyamek ku wîjdan tune bûye û hiqûq ji holê hatiye rakirin de derbas dibin.

Di 2 salên dawî de 142 girtî ji ber nexweş bûn li girtîgehan hatin qetilkirin.

Li zindanan êşkence û zilma heyama 12’ê Îlonê heye.”

Parlamenterên HPD’ê: Divê tecrîda li Îmraliyê demildest were rakirin

Parlementer Ozguneş anî ziman ku heke deriyên Îmraliyê bên vekirin wê Tirkiye ji vê rejîma zilmê rizgar bibe û got:

“Tirkiye dikare wisa bigihîje pergalek azadîxwaz, demokratîk û hiqûqê”

Di dawî de Parlamenterên HDP’ê carek din gazî Wezareta Dadê kirin ku tecrîd were rakirin û pêşiya hevdîtina bi Rêber Apo re were vekirin.

Back to top button