Agahî ji nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ku PDK’ê ew revandine nayê girtin

Ev 20 roj in tu agahî ji nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin, nehatine girtin.

10’ê Hezîranê, nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn revandin.

Di 22’yê Hezîranê de, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji hikûmeta herêmê xwestibû rewşa endamên hatine girtin zelal bike.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’Ê Aldar Xelîl jî derbarê rewşa nûnerên girtî de ji ajansa Firatê re axivî û da zanîn li gorî agahiyên ku gihîştin destê wan rayedarên îstîxbarata Tirk hatine û lêpirsînê bi her 3 nêneran re dikin, û heta niha nizanin nûnerên wan li ku ne.

Back to top button