Hin dezgehên ragihandinê derbarê mirina Emîn Îsa Emîn de wêneyên nerast belav kirine

Îro li ser hin rûpelên medya civakî wêneyên çêkirî yên Emîn Îsa Emîn ku di girtîgeha Hesekê de jiyana xwe ji dest daye, hatin belavkirin. Lê piştî ku doktoran laşê wî lêkolîn kirin û bi dîmen belgekirin ku Emîn di encama kirîza mejî de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Bijîşkan ên ku cenazê lêkolîn kirine, kesê bi nave Emîn Îsa bi kirîza mejî jiyana xwe ji dest daye.

Hin alî esrar dikin ku bi rêya îşkenceyê miriye û wêneyên nerast ên ku eşkence li ser tê xuyakirin belav kirine.

Lê piştî diyarkirina wêneya Eslî û raporên bijîşkan derket holê ku ew wêneyên belavkirî nerastin.

Ji aliyekî din ve Dr. Mihemed Seîd Şelaş ji kenala me re piştrast kir ku Emîn Îsa di encama kirîza mejî de jiyana xwe ji dest daye û ti şûna eşkençeyê li ser laşê wî tuneye.

 

Back to top button