BERNARD KOUCHNER: DAIŞ DI ALIYÊ LEŞKERÎ DE TÊKÇÛ LÊ DIVÊ XEBAT JI BO ÎDYOLOJIYA WAN BÊ KIRIN

Wezîrê Karê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner jî di şahiyê de amade bû û serkeftina QSD’ê ya dîrokî pîroz kir û got:
DAIŞ di warê leşkerî de têkçû lê di aliyê îdyolojî de divê kar û xebat berdewam bibe.
Divê hemû aliyên navdewletî ji bo avakirina aşîtiyê hin gavan bavêjin.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner di pîrozbahiya serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê li Kobanê başdar bû.

Kouchne di hevpeyvînek Teybet de ji Tilvziyoan me re axivî .

Kouchner Serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û wiha got:

DAIŞ di warê leşkerî de têkçû lê di aliyê îdyolojî de divê kar û xebat berdewam bibe.

Divê hemû aliyên navdewletî ji bo avakirina aşîtiyê hin gavan bavêjin.

Kouchne balkişand li ser pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ’ê û wiha anî ziman:

Divê di warê îdyolojî de tekoûşîn û şerê li dijî DAIŞ”ê berdewam bike.

Her wiha karekî mezin divê bê kirin da ku ev kesên bi wan hatine xapandin li xwe vegerin .

Kouchne îşaret bi gefên Tirkiyê li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriyê kir û ev tişt got:

Di serî de divê serokên Rûsiya û îran û tirkiyê bibn yek û aştiyê belav bikin ne aloziya sûriyê kurtitr bikin.

DIvê aştiyê di nava hemû gelên sûriyê de belav bikin.

Her wiha ev koalisyona navdewletî ku piştgiriya QSD’ê kirin û DAIŞ’ê têkbirin divê di aliyê siyasî de jî bibin alîkar bi teybet bi gelên Kurd re bibin alîkar

Wezîrê Karê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner li ser hebûna xwe li suriyê wiha anî ziman.

Hebûna me li sûriyê ji bo têkbirin çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina mirovahoiyê ji kirinên DAIŞ’ê bû .

Niha jî beşdarbûna me di pîrozbahiya serkeftina li dijî DAIŞ’ê de diyar dibe.

Leave a Reply

Back to top button