QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku bi destekdayîna hewayê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî, bi operasyoneke ewlehiyê li gundewarê Mergede ya başûrê Hesekê serçeteyekî şaneyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girtiye.
Li gorî malpera QSD’ê, çeteyê hatî girtin çek derbas dikirin û şaneyan re dibirin û agahî didan DAIŞ’ê da ku bûyerên kuştinê pêk bînin û aramiya li herêmê têk bibin.
Her wiha çek û alavên pê re hatine desteserkirin.
Yekîneyên Antî-Terorê jî bi operasyoneke hevbeş tevî Koalîsyona Navneteweyî, li gundê Sawî yê gundewarê Holê yê li rojhilatê Hesekê endamekî girîng ê şaneyeke DAIŞ’ê girtin.
QSD’ê piştrast kir ku ev operasyona di çarçoveya xebatê hevbeş ê bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo tunekirina terorê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê li herêmê, tên lidarxistin.