Di salvegera yekemîn a teqîna li Beyrûtê de pevçûn rûda

Di ser teqîna li bendera paytexta Libnan Beyrûtê re salek derbas bû.
Saleke birînên li welat ne hatine pêçan.
Di salvegerê de bi hezaran daketin qadan û daxwaza edaletê kirin.
Konferansa xêrxwazan jî soza piştevaniya ji bo pêçana birînên Libnanê dan.
Her wiha daxwaza avakirina hikumetekê lezgîn ya li welat kirin.

Bi boneya salvegera yekemîn a teqîna bendera Beyrûtê, doh bi hezaran xwepêşandêr daketin qadan.

Di saetên siharê heta êvarî de, pevçûn kêm nebûn.

Bi derbasbûna demê re, li pêşiya parlamanetoya welat rageşî zêde bû.

Her wiha xwepêşandêran bendên li pêş xwe xirab kirin û kevir avêtin.

Lê hêzên ewlehiyê jî gaza rondikrêj bikar anî.

Rêxistina Xaça Sor a Libnan: 62 kes birîndar bûne

Rêxistina Xaça Sor a Libnanî, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê de diyar kir ku di bûyerên di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de 62 kes birîndar bûne û ji van 12 kes rakirine nexweşxaneyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Libnanê jî bang li xwepêşanderên aştiyane yên li dora avahiya Parlementoyê kir ku “ji devera ku alozî lê zêde dibe û êriş li dijî hêzên ewlekariyê tê kirin dûr bikevin”.

Konferansa xêrxwazan soza piştevaniya 370 milyon dolar bo Libnanê da

Ji bo pêçana birînên Libnanê Konferansa Xêrxwazan hate lidarxistin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û yê Misirê Ebdulfetah El-Sisî di konferansa Parîsê ya ji bo piştgiriya Libnanê de axivîn û bang kir ku divê hikumetek bê avakirin da ku welêt ji vê krîzê rizgar bike.

Serokê Yekitiya Ewropayê (YE) Charles Michel bi bîr xist ku YE`yê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) û banka navneteweyî heta niha 170 milyon Euro ji bo piştgiriya gelê Libnanê veqetandiye.

Mudîra giştî ya sendoqa daravî ya navneteweyî Kristalina Georgieva axivî û got ji bo peydakirina pêdiviyên lezgîn ji bo gelê Libnanî wê 860 milyon dolar alîkarî were pêşkêşkirin.

Biden: Em ê nêzî 100 milyon dolar alîkariya mirovî bidin Libnanê

Her wiha Serokê DYA Joe Biden bi peyameke vîdeo piştevaniya welatê xwe ya ji bo gelê Libnanê ragihadn.

Biden despêkê sersaxî malbatên qurbaniyan re xwest û got, ji bo pêçana birînên li welat wê nêzî 100 milyon dolar alîkarî bi Libnanê re bikin.

Back to top button