Efxanistan..Talîbanê êrişî xwepêşandêrên li paytext Kabulê kir

Bi rojane jinên li Efxanistanê di nava xwepêşandanê de ne. Wisan diyar dike ku zelamên li Efxanistanê jî ji jinan hêz girtine ku heta îro ew jî daketin qadan.

Talîbanê gule li ser xwepêşandêran re avêt. Belê Talîbana ku em qala wê dikin, Tirkiye weke welatê dost û birayê xwe pênase kir.

Li Efxanistanê her çiqasî Talîban dixwaze serdema xwe bi zextê bide pejirandin, lê li welat xwepêşandan kêm nabin.

Li paytexta Efxanistan Kabulê careke din xwepêşandêr li qadan bûn.

Çekdarên Talîbanê ji bo xwepêşandanê bi dawî bike tundî bikar anîn.

Li gorî nûçeya tora BBC, bi hezaran kesên li dijî desthilatdariya Talîbanê y daxwaza mafên jinan dikin, li Kabulê daketin kolanan.

Xwepêşanderan ji ber piştevaniya Pakistan ya ji Talîbanê re li dijî wê slogan gotin.

Di dîmenên ji cihê xwepêşandanê hatin kişandin de, hat dîtin ku çekdarên Talîbanê bi çekên xwe gule li hewa reşandin.

Hat diyarkirin ku destûr nayê dayîn ku rojnamevan çalakiyê bişopênin.

Her wiha kameremanek yê ajansa nûçeyan a Tolo ya Efxanistanê hat binçavkirin.

Ev bi hefteyane, jin li Kabulê li dijî Talîbanê xwepêşandanan pêk tînin.

Talîban: Tirkiye ji bo me welatek dost û bira ye

Talîban ya ku li nava qada cîhanê weke rêxistineke tundraw tê dîtin, ji aliyê fikrî ve xwe nêzî dewleta Tirk dibîne.

Ji Berdevkên Talîbanê Zabihullah Mucahîd ji ajansek yê Tirkiyê re axivî û got:

Tirkiye welatekî dost û biraye.

Em di nava hevkarî û girêdanek zêde de ne.

Mucahîd di heman demê de anî ziman ku bi hevkariya Tirkiye û Qeter karên li balefirgeha Kabulê têne meşandin.

Balkêşe ku beriya van daxuyaniyan Wezîrên Karên derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî derketina leşkerên xwe ji Efxanistanê weke şatiyekê dibîne.

Blinken: Em bi Talîbanê re dixebitin

Di vê navberê de, Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken hevkariya xwe ya bi Talîbanê re mikur hat.

Antony Blinken di dema serdana xwe ya li Qeterê de got;

Ji bo kesên ku li Efxanistanê geşt kirine, Talîbanê soza serbestberdana wan ya ji welat daye.

Em ê niha li benda wê bin.

Ji ber ku tevahî civaka navnetewî jî li benda wê ye ku Talîban soza xwe pêk bîne.

Blinken dazanîn ku hîna nêzî 100 leşkerên wan li Efxanistanê de û diyar kir ku ew ê şopdarê wê yekê bin ka Talîban wê soza xwe pêk bîne yan na.

Back to top button