Welatiyên Binarê Qendîl ji bo hilbijartinan piştgirî dan Mihemed Hesen ku li herêma 4 a Silêmaniyê tevlî hilbijartina Iraqê bûye.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext a Parlamentoya Iraqê ku wê di 10’ê Cotmehê de pêk were didomin.
Îro welatiyên Binarê Qendîlê li gundê Bokirîskan ji bo hilbijartinan lihev civiyan û piştgirî dan Mihemed Hesen.
Welatiyan diyar kir ku bila weke welatiyên Binarê Qendîlê kesek wan li parlamentoya Iraqê be û li wir piştgirya wan bike.
Welatiyan da zanîn ku Mihemed Hesen di çend salên dawî de Mihemed Hesen xizmeteke baş ji herêmên wan re kir û daxawz ji welatiyan kir ku deng bidin Mihemed ji bona ku mafê wan bidest bixe.