JI BER ÊRÎŞÊN HÊZÊN RÊJÎMA ÎRANÊ 2 KESIBKAR JIYANA XWE JI DEST DA

Êrîşên hikumeta îranê li ser kasibkaran dewam dike.
Bi rashatina 1’ê Gulan roja Kedkarên cihanê hêzên hikumeta Îranê êrîşê otomobêlek ya kasibkaran kir û di encamê de 2 kasibkarên jiyana xwe jidest dan.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê,îro di roja cîhanê ya karkeran de, du kasibkarên ji parêzgeha Azerbeycan, bi guleyên hêzên ewlakarî yên hêzên Îranê jiyana xwe jidest dane.

Li gorî nûçeyê hêzên Îranê êrîşê otomobêla wan kasibkaran kirine û otomobêl qeza kiriye.

Piştî wê her du kasibkaran jiyana xwe jidest dane.

Li gorî agahiyan hîn jî cenazeyê kasibkaran radestê malbatên wan nehatine kirin.

Leave a Reply

Back to top button