Lee Rhîannon: PKK’ê ne rêxistineke terorîst e

Piştgiriya ji bo kampayaya derxistina PKK’ê ya ji ‘Lîsteya Terorê’ roj bi roj zêde dibe.
Senetora berê ya Partiya Kesk a Awûstûryayê Lee Rhiannon jî tevlî kampayayê bû û anî ziman ku PKK’ê DAIŞ têkbir û ne rêxistineke terorîste.
Siyasetmedarê Iraqî Elî El Sahib û Hiqûqnas û Lêkolîvan Aram Hacî jî diyar kirin ku têkoşîna PKK’ê ya ji bo azadiya gelê xwe rewa ye û divê PKK’ê ji listeya terorê were derxistin.

Medya Meclîsa Dijîtal a Kurdistanê bi armanca derxistina tevgera PKK’ê ya ji ‘Lîsteya Terorê’, kampanyayek da destpêkirin.

Bi vê armancê gelek siyasetmedar, parlementer, profesor, zanyar û çalakvanên navnetewî û Rojhilata Navîn tevlî kampanyayê dibin.

Di vê çarçoveyê de senator û siyasetmedarên Awûstûryayî jî ji bo welatê wan qedexeya li ser PKK’ê rakin, tevlî kampanyayê bûn.

Senetora berê ya Partiya Kesk a Awûstûryayê Lee Rhiannon jî bi vê armancê tevlî kampanyayê bû.

Rhiannon diyar kir PKK ne rêxistineke terorîste û da zanîn ku PKK li ser daxwaza Erdogan di lîsteya terorê de dimîne û got:

“Sedema ku PKK ji hêla hin welatan ve xistin lîsteya terorê, ji bo xizmetê ji berjewendiyên siyasî yên Serokkomar Erdogan re bikine.”

Lee Rhiannon rola PKK’ê ya di pêşxistina demokrasî, aşitî û mafên mirovan de jî bibîrdixe û dibêje;

“Ji bo aşitî, demokrasî û mafê mirovan bê herêmê, divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.

Û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî divê tevgera PKK û Ocalan di nava hemû danûstandinan de bên mûxeteb girtin.

Siyasetmedarê Iraqî Elî El Sahip: Divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin

Di heman çarçoveyê de gelek siyasetmedar û parlamanterên Iraqî jî daxwaza derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê dikin.

Siyasetmedarê Iraqî Elî El Sahib jî derbarê kampayayê de ji Rojnews re axivî.

Elî El Sahib da zanîn ku PKK tevgereke parastina mafê gelê Kurd dike, ji bona wê divê ji lîsta rêxistinên ‘terorîst’ were derxistin.

El Sahib got; “Şermeke mezine ku partiyek xwedî dîrokek dirêj a siyaset û parastina mafê gelê xwe û gelên herêmê dike, bi çavê rêxistinek terorîst lê were nêrîn.”

El Sahib dawî de destnîşankir ku PKK ji bo parastina serweriya netewa Kurd hîna jî qurbaniyan dide,

ji bona wê divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Hiqûqnas û Lêkolînvan Aram Hecî: Girtina PKK’ê ya di ‘lîsteya terorê’ de mijarek siyasî ye

Her wiha Hiqûqnas û Lêkolîvan Aram Hacî jî têkildarî ‘girtina PKK’ê ya di ‘Lîsteya Terorê’ de diyar kir ku tenê ji bo berjiwendiyên welatên Ewropa mijarek siyasi yê û bi taybet ji bo siyaset û stratejiya li ser Tirkiyê ye, û aliyên wê yên qanûnî û hiqûqî nîne.

Aram Hacî dibêje:

“Li hemberî desthilata Tirkiyê ku li ser hebûna netewe û gelekê bûye gef, têkoşîna PKK’ê rewa ye.

Çarçove, xebat û berxwedana PKK’ê li ser asta doza Kurd ya li Rojhilata Navîne.”

Back to top button