Îro dîsa dewleta Tirk berê topên xwe da herêmê û vê carê êrişî gundên Eyn Îsa û rêya M4 kir.
Artêşa dewleta Tirk a qirker rêya M4, kampa Eyn Îsa û gundên Mi’elek, Xalidiyê, Mişêrfê, Seyda û Xwaringeha Nexîl da ber topan.
Beriya vê êrişê 2 balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a qirker li ser sînorê Qamişlo û gundên wê digeriyan.
9’ê Mijdarê dewleta Tirk bi balafireke bêmirov erebeyek ya welatiyên Qamişlo bombebaran kir.
Di encamê de Yûsivê Gulo jî di nav de 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn.