Ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Xebat Hîmo merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

Îro li bajarê Qamişlo, merasîma sersaxiyê ji bo gerîlayê HPG’ê Rewan Osman ku 10`ê Cotmehê li herêma Metînayê şehîd bûbû, hate lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Qamişlo tevlî merasimê bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan îro merasîmeke xiyabî ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Rewan Osman bi nasnav Xebat Hîmo li gundê Hîmo yê Qamişlo lidarxistin.

Piştî merasîmê bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, rûspiyên Ereb û Kurd berê xwe dan konê sersaxiyê.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehdan dan.

Piştî axaftina Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kirin.

Back to top button