Qeyrana aborî ya Tirkiyê bandora xwe li herêmên dagirkirî jî kir

Belê li Tirkiyê krîza aborî her diçe kûr dibe. Gelên Tirkiyê jî li dijî siyaseta ku rê li ber vê krîzê vekiriye bi hêrs e. Bê qîmetbûna lîreyê Tirk bandora xwe li herêmên dagirkirî yên bakur û rojhilatê Sûriyê jî dike. piştî lîreyê Tirk nirxê xwe winda kir li herêmên dagirkirî jî qeyrana nan û gazê zêde bûye.

Li hember dolarê Amerîkî, nirx winda kirina pereyê tirkiyê, bandora xwe li ser herêmên Suriyê yên dagirkirî jî kir.

Ji ber ku piştî dagirkirina Idlîb, Efrîn, Bab, Cerablûs, Girê Spî û Serêkaniyê, dewleta tirk, bikar anîna lîreyê xwe li van herêman ferz kiribû.

Niha qeyrana ku li Tirkiyê derketî, li van herêmên dagirkirî jî tê jiyan kirin.

Hat zanîn ku; piştî nirx winda kirina lîreyê tirkiyê, li herêmên dagirkirî jî qeyrana nan û gazê zêde bûye.

Li gor agahiyên televizyona me dest xistî, li Idlibê gelek firinan kilît li deriyê xwe xistin û gelek cihan gel bê nan ma.

Li ser vê yekê, duh konseya aboriyê ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam kom bû, û biryara alîkariya firinan girt.

Lê belê dîsa jî qeyran berdewam dike.

Bi bilindbûna dolar herêmên dagirkirî krîza nan derket

Beriya qeyrana aboriyê ya tirkiyê li Idlibê;

– Kîsê nan 750 gram bû û 2 lîre nîvê tirkiyê, ango 500 wereqê Sûriyê dihat firotin

Piştî qeyranê;

– Kîsê nan kirin 400 gram û dîsa 2 lîre nîvê tirkiyê dihat firotin.

Li ser bertekan konseya aboriyê ya HTŞ’ê

– Kîsê nan kir 600 gram û 2 lîre û nîvê tirkiyê, ango 500 wereqê Sûriyê tê firotin.

Lê belê ji ber nebûna ard û sotemeniyê gelek firin hatine girtin û gel bênan maye.

Her wiha, li herêmên dagirkirî, buhayê gaz û sotemeniyê jî, tenê di van rojên dawî de, sedî 100’î zedetir bûye.

Di nava salekê de buhayê sotemeniyê sê qat zêde bû

Buhayê sotememeniyê par ve sê katî bûye.

Wek mînak li Idlibê par van deman buhayê cerê gazê;

– 15 hezar lîreyê Sûriyê bû. Ango 76 lîreyê tirkiyê bû.

– Niha 45 hezar lîreyê Sûriyê ye. Ango 223 lîreyê tirkiyê ye.

Her wiha; li Idlibê par van deman buhayê lîtreya benzînê;

– 880 wereqê Sûriyê bû. Ango 6 lîreyê tirkiyê bû.

– Niha, hezar û 774 lîreyê Sûriyê ye. Ango 8.80 lîreyê tirkiyê ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê;

– Kîsê nan 250 wereqê Sûriyê ye.

– Cerê gazê 2 hezar û 800 lîreyê Sûriyê ye.

– Lîtreya benzînê 800 wereqê Sûriyê ye.

– Û lîtreya mazotê jî 300 wereqê Sûriyê ye.

Dewleta Tirk nikare meaşê çeteyan bide

Ketina nirxê lîreyê tirkiyê bandorek mezin ya neyînî li ser herêmên dagirkirî kiriye û gel di krîzek aborî re rû bi rû ye.

Her wiha tê diyar kirin ku; dewleta tirk çend mehe meaşê çeteyan jî nedaye û ev jî di nav çeteyan de bûye sedema nerazîbûnan.

Qeyrana aborî ya tirkiyê, gotinên Erdogan yên ku piştî dagirkirina Efrînê serokomarê tirk Teyîb Erdogan carek din anî rojevê.

Erdogan, wê demê digot: ” Hinek niha derketine dibêjin nizanim buhayê bacan, petat û îsotan çiqas bilind bûye. Ez niha bang li wan kesan dikim, ma hûn dizanin buhayê fişengekê çiqase?”

Qeyrana aborî ya tirkiyê carek din, da xuya kirin ku dagirkerî tiştek erzan nîne û her tim qeyranê diafirîne.

Back to top button