Xwepêşandêran li kolanên Beyrûtê rê li hatin û çûyînê girtin

Krîza aborî û siyasî ya li welat careke din bû sedema ku doman li ser kolanên paytext Beyrutê bilind bibe.
Xwepêşandêran gelek kolan li paytext û herêmên din girtin.

Li Libnanê li ser bangewaziya lidarxistina xwepêşendanan bi navê “Duşemê Xezebê” ji serê sibê ve walatî daketin ser rêyên sereke yên herêmên cuda yên welêt.

Her wiha xwepêşendêran gelek rê li Beyrût û bajarên din girtine.

Xwepêşandêran bênirxbûna pereyê welat û hejarî şermezarkirin.

Xwepêşandêran li ser rê lastîk şewitandinrê li hatin û çûnê girtin.

Xwepêşandêran bang li welatiyan kir ku xwedî li rûmeta xwe derbikevin.

Ji ber daketina nirxê lîreyê Libnanî krîza aborî kurtir bûye.

Dolarekî Amerîkî bi 25 hezar lîreyê Libnanî ye.

Bêkarî û krîza siyasî ya li welat jî rewşê hîn kembaxtir dike.

Back to top button