MSD’ê komxebata bi rewşenbîran re li bajarê Minbicê li dar xist

​​​​​​Meclsia Sûriya Demokratîk MSD’ê bi armanca xurtkirina rola rewşenbîran di Rêvberiya Xweser de, komxebatên xwe yê bi navê ‘ Rewşenbîr û Asoyên Çareseriyê li Sûriyê’ didomîne..
MSD’ê bi beşdarbûna bi sedan ji rewşenbîr û siyasetmedarên bajêr, pêncemîn komxebata xwe li bajra Minbicê li dar xist.

MSD’ê, bi armanca çalakkirina rola rewşenbîran û girtina nerîna wan a derbarê çareseriya aloziya Sûriyê, komxebata rewşenbîran li bajarê Minbicê li dar xist.

Cîgirê seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Elî Rehmûn di komxebatê de axivî û rewşa siyasî nirxand.

Elî Rehmûn bal kişand ser heweldanên MSD’ê û xebatên wê derbarê çareseriya aloziya Sûriyê de.

Rehmûn anî ziman ku wan bi gelek aliyên muxalefeta demokratîk re hevîtin pêk anîn û gavên girîng di vê derbarê de avêtine…

Endamê Meclisa serokatiya MSD’ê Sabit Cewher jî di komxebatê de axivî û diyar kir ku armanca wan ji komxebatên wiha, girtina nerîn û pêşniyarên hemû beşên civakê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.

Back to top button