Bi hezaran şêniyên Kobanê îro şervanê QSD’ê Emara Ekeş, Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Şehîd Mezlûm li goristana Şehîd Dicle oxirkirin
Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de hevserokê Saziya Gaziyên Şer a Şehbayê Gîvara Şoreş, cîgirê hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Herêma Firatê Hesen Şêx, cîgira hevserokatiya Mclisa navçeya Şêrnê Letîfe slêman û bi navê Malbatên Şehîdan Hecî Mehmûd axivîn.
Kesên axivî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştî wê wesîqeya şehadetê ya her sê şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Şêniyên Kobanî bi dirûşme û tililiyên dayîkan şehîd Emar Ekeş û Mezlûm Şêxo spartin axê.