4 Sal di ser êrişa Efrîn re derbas bûn û qirkirin didome

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ku di 31’ê kanûna 2021’an de eşkera kir; ji 18’ê adara 2018’an û heta niha 300 hezar sivîl ji Efrînê hatine koçberkirin… Rojnameger Nazim Daştan ku şahîdê berxwedana serdemê ya Efrînê ye wan rojan tîne ziman û Rojnamevan Seyît Evran jî qala rola ENKS’ê a dagirkeriya li Efrînê dike.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ku di 31’ê kanûna 2021’an de eşkere kir; ji 18’ê adara 2018’an û heta niha 300 hezar sivîl ji Efrînê hatine koçberkirin…

Li şûna xelkê Efrînê yê resen jî dewleta Tirk ji herêmên cuda 400 hezar kes li Efrînê bi cih kirine.

Rojnameger Nazim Daştan ji roja destpêkê û heta dawiyê berxwedaniya li hember êrişan şopand û wiha qala wan rojan kir:

Rojnamevan Nazim Daştan: Bi destûra hêzên navnetewî Efrîn hat dagirkirin

“Dema ku êrişan dest pê kir rayedarên tirk gotin ku wê di 24 saetan de Efrînê dagir bikin lê bi berxwedaneke bi qasî 2 mehan rê li dagirkeriyê hat girtin.

Êriş bi lihevkirina Rûsya û Tirkiyê pêk hat, Amerîka û hêzên Ewropayê jî paşê tevlî planê bûn û bêyî destûran van aliyan, ne pêkan bû ku herêm were dagirkirin..”

Daştan çavdêriya xwe ya wê demê bi van gotinan tîne ziman:

“Dema berxwedan nehat şikandin, qirkirinê dest pê kir û ev jî di çarçoveya peymanên navneteweyî de pêk hat.

Di meha yekemîn a êrişan de Tirkiye asê ma û ji Rûsya û welatên Ewropayê alîkarî xwest.

2 hefte dem ji Tirkiyê re hat veqetandin da ku rê û rêbazên nû bibîne. Ev hemû bi mekanîzmayeke ku NY jî tê de cih girt pêk hatin. ”

Rojnamevan Seyît Evran: Rola ENKS’ê di dagirkirinê de sereke ye

Rojnamevan Seyît Evran jî têkildarî siyasetên ENKS`ê li Sûriyê û rola wan a dagirkirina Efrînê de nirxandin kir..

Evran anî ziman ku ev ne meclis e, ne nîştimanî û ne jî kurdî ye û tu têkiliyan wan bi kurdewariyê re tune ye.

Evran êrişên Komên girêdayî ENKS yên Tabûra Selaheddîn û Azadî ku tev li êrişên li dijî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê bûn bîbîr xist û wiha got:

“Hevkariya ENKS`ê di êrişên dewleta Tirk a li dijî Efrînê de diyar bû..

Gelek ji wan li Tirkiyê bûn û bi awayekî yekser bi Tirkiyê re hevkarî kirin û ji wan Hesen Şendî û Subhî Riziq ên ku heta sala 2015`an jî li Efrînê bûn mînakin.

Ji bo naskirina xeta ENKS`ê em vegerin dîroka Kurdistanê û em ê bibînin ku ew xeta xiyanetê ye ku heta roja îro hatiye ”

Seyît Evran: ENKS niha jî sucên dagirkeriyê dinixumîne

Rojnamevan Seyît Evran siyaseta ENKS’ê ya niha jî ku propaganda dikin da şêniyên Efrînê yên koçber vegerin bajar bibîr xist û got: Armanca sereke nixumandina sûcên dewleta Tirk û çeteyan li Efrînê ye.

Back to top button