Bangên ji bo derxistina PKK`ê ji “Lîsteya terorê” zêde dibin. Mamosteyê qanûna navneteweyî Enwer El-Muşrif diyar kir ku xistina PKK`ê di “Lîsteya terorê ” de biryareke siyasî ye li hember terora dewleta Tirk parastina tevahî cîhanê kir.
Enwer El-Muşrif diyar kir ku PKK`ê destek da serkeftina berxwedana Kobanê û got :
“PKK’ê şerê terora cîhanî di şexsê DAIŞ`ê û alîgirên wê de di serî de dewleta Tirk, kir.
Parastina tevahî cîhanê kir.
Tişta herî girîng ew e ku navê wê ji “Lîsteyên terorê” were derxistin.”
El-Muşrif da zanîn ku xistina navê PKK`ê li “Lîsteya terorê” biryareke siyasî ye.
Her wiha teqez kir ku girêdana çeteyên DAIŞ’ê bi Tirkiyê re heye û êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran ku ji herêmên dagirkirî, hatine, mînaka vê da.
Hunermendên Başûr: Divê li çar aliyên Kurdistanê xebat bê meşandin
Li Başûrê Kurdistanê jî Şanogerên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê piştgirî dan kampaniyayê.
Şanoger Helwêst Nerîman balkişande li ser girîngiya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û diyar kir PKK li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna netewî dimeşîne.
Helwêst Nerîman got, “Divê PKK ji vê lîsteyê were derxistin û hunermend jî piştgiriya wê bikin.
Şanoger Mihemed Salih jî got: “Kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ xwedî girîngiyeke mezin e. Divê li çar aliyên Kurdistanê xebat bê kirin.”