Îdîaya îstîxbarata Amerîkayê: Rûsya xwe ji bo tevgereke mezin a dagirkeriyê amade dike

Îstîxbarata Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê têkildarî Ukraine îdîayeke balkêş belav kir. Li gorî vê, Ne bigiştî be jî Rûsya xwe ji bo tevgereke mezin a dagirkirina Ukraine amade dike.

Têkildarî rewşa dawî ya aloziya Ukraine, rayedarên îstîxbarata Amerîkayê, endamên Kongresê û hevlabendên Waşîngtonê yê Ewrûpayê agahdar kirin.

Li gorî îdîaya îstîxbaratê, Rûsya vê gavê 110 hezar leşkerên xwe li ser sînorên Ukraine kom kirin û ev yek weke nîşaneya destpêkirina tevgereke dagirkeriyê hate binavkirin.

Rayedarên Amerîkayê ragihandin ku wan heta niha piştrast nekiriye bê kar Pûtîn fermana destpêkirina êrişê daye an na.

Li gorî îdîayê;

Tevgera leşkerî ya Rûsya li ser sînorê Ukraine zêde bûye.

Nîvê meha Sibatê îhtîmal zêdeye ku Rûsya bi tevlîbûna 150 hezar leşkerî beşke mezin ji Ukraine dagir bike.

Eger di vê pêvajoyê de Pûtîn biryareke radîkal bide, wê hêzênm Rûs di nava 48 saetan de paytext Kievê dorpêç bikin û dawî li erka serokkomar Zelenskî bînin.

Di şereke wiha de wê di navbera 25 heta 50 hezar sivîl jiyana xwe ji dest bidin.

Her wiha derdora 25 hezar leşkerên Ukraine û 10 hezar leşkerên Rûs jî werin kuştin.

Wekî din dibe ku bêtirî mîlyonek û 500 hezar koçberên Ukraine berê xwe bidin Polonyayê.

Back to top button