Şewata li bajarokê Corrientes wêraniyek zêde çêkiriye

Li parzemîna Amerîkaya Başûr û Ewropayê şewat û teqînên volkanîk hebûn. Şewata li nêzî sînorê Arjantîn-Paraguayê bandoreke zêde li ser rewşa li herêmê kir. Di nava sala 2022’an de cara yekem teqîna volkanîk ya li çiyayê Etna yê Îtalya pêk hat. Hikumetê jî ji bo rewşa heyî hişyarî da.

Bi rojane herêmên li başûrê Arjantîn şewat heye.

Şewata li nêzî bajarokê Corrientes, wêraniyek zêde dide xuyakirin.

Piştî ku şewat hat vemirandin, sewalên telefbûyî û darên şewitî li cih hatin dîtin.

Herêmên Corrientes bûye qada ku herî zêde şewata daristanê lê bandûr bû.

Ev 2 sal in li welatên parzemîna Amerîkaya Başûr zuhabûnek zêde heye.

Çiyayê Etna yê li Îtalya di nava vê salê de cara yekem lav barand

Teqîna çiyayê volkanîk yê li Etna careke din bal kişand ser xwe.

Îsal cara yekemîn çiyayê Etna yê bi bilindahiya 3,000 metreyî ye, lav barandin.

Çiyayê ku dikeve herêma Sîqîlya ya Îtalya, di nava salê de cara yekeme lavan dibarîne.

Li gor nûçeya di çapemeniya Îtalyayê de çalakiya volkanîk a ku duh êvarê dest pê kir û heta saetên şevê dewam kir.

Hat diyarkirin ku di encama teqînên bi hêz de axên ku ji volkanê derketiye bi qasî 10 hezar metre bilind bûye.

Enstîtuya Neteweyî ya Jeofîzîk û Volkanolojiyê ya Îtalyayê (INGV) jî ji ber axên ku ji volkanê derketiye herêmên derdor hişyar kir.

Hat destnîşankirin ku seferên balafirgeha navneteweyî ya li devera herî nêzî volkanê dewam dike.

Teqînê bi xwe re çavên mereqdar zivirand ser xwe.

Di heman demê de, vê yekê bandor li xebatên aborî û veguhestina çandinî jî kir.

Sala borî li Etnayê zêdetirî 50 bûyerên teqîna volkanîk, hatin tomarkirin.

Back to top button