Telat Yûnis: Tirkiyê dixwaze DAIŞ zindî bike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis û Hevseroka Meclisa Bajarokê Topo Mîdya Sado, êrîşên dewleta Tirk ku di encamê de zarokan jiyana xwe ji dest da şermezar kirin. Bang li hezên navnetewî hat kirin ku li ber van sûcên şer rabin û bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker rojane; hem berê çekên xwe dide herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê, hem jî bi destê çeteyên xwe, herêmê topbaran dike.

Têkildarî van êrîşan, Hevserokê Mecisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê têk çûn, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirin.

Telat Yûnis: Bêdengiya Saziyên Mafên Zarokan, rastiya wan nîşan dide

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis bêdengiya rêxistinên navnetewî yên cîhanê şermezar kir û ew berpirsyarê berdewamiya êrîşan nîşan dan.

“Divê Saziyên Mafên Mirovan, hemberî kuştina zarokan bêdeng nemînin”

Têkildarî heman mijarê Hevseroka Meclisa Bajarokê Topo Mîdya Sado jî axivî û êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya saziyên mafên mirov û zarokan şemezar kir.

Back to top button