Kuştina El-Qureşî derbeke din a mezin li vê rêxistina terorîst xist

Berdevkê Wezareta Kar]n Derve ya Amerîka Christian James dibêje, Washington ji bo çareseriyeke siyasî a li Sûriyê bi hevkarên xwe re dişêwire.

Her wiha diyar kir ku DAIŞ sûdê ji bêistiqrariyê werdigire.

Christian James derbarê rewşa li Sûriyê de ji ANHA’yê re axivî.

James da zanîn ku ew ê ji bo lihevhatineke siyasî ku dawî li şerê li Sûriyê bîne, bi şêwireke bi hevkarên xwe û NY re nû bikin û got :

“Divê ev lihevkirina siyasî sedemên bingehîn ên şerê hundirîn yê nêzî deh salan çareser bike.”

James diyar kir ku divê pêşî li derketina DAIŞ li Sûriye û Iraqê, were girtin.

James bal kişand ser kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebdullah Qardaş û got:

“Kuştina lîderê DAIŞ’ê El-Qureyşî derbeke din li vê rêxistina terorîst xist.

Em wekî koalîsyon li hemberî her hewldaneke DAIŞ’ê ya jinûve xwe avakirin em ê zextên pêwîst berdewam bikin.”

Back to top button