2 şervanên QSD’ê li Tirbespiyê û Til koçer bi merasîmên cuda hatin oxirkirin

Îro jî li herêmê merasimên oxirkirina şehîdan hebûn. 2 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de li bajarê Hesekê şehîd bûbû, li Tirbespiyê û Til koçer bi merasîmên cuda hatin oxirkirin. Li Helebê jî şervana YPJ’ê şehîd Awaz Gul ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Şehîd Xidir El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr a gundê Dekrî ya navçeya Tirbespiyê, bi merasîmekê hate oxirkirin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Çil Axa û Tirbespiyê beşdarî merasima oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de, endamê rêveber ê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm û yek Ji fermandarên QSD’ê Mihemed Zêdan axivî û sersaxî ji malbata Şehîd re westin.

Piştî axaftinan wesîqeya Şehîd hate xwendin û radestî malbatê hatekirin.

Herî dawî cenazeyê Şehîd bi dirûşme û tilîlan hate veşartin.

Şervanê QSD’ê şehîd Ehmed El-hasûd li Til Koçer bi merasîmekê hat oxirkirin

Her wiha şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçer jî şervanê QSD’ê şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd li goristana Şehîd Îqab El-Eswed, bi merasîmekê oxirkirin.

Di mersîmê de ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Xîrkê axivî û soza berdewamiya riya şehîdan da.

Paşê wesîqeya Şehîd hate xwendin û radestî malbatê hatekirin.

Di dawiyê de Şêniyan bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê Şehîd spartin axê.

Şervana YPJ’ê şehîd Ebîr Elî (Awaz Gul) li Helebê hat oxirkirin

Li Helebê jî merasîma oxirkirina şehîdan hebû.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Ebîr Elî bi nasnav Awaz Gul li goristana şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf bi merasîmekê ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin.

Di merasima oxirkirinê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Awaz û hemû şehîdên azadiyê re, xwest û got: “Em soz didin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Paşê wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Awaz Gul di nava dirûşme û tilîliyan de spartin axê.

 

Back to top button