Ewropa û DYA dixwazin bi cezayan Moskow bidin rawestandin

Serokê DYA Biden toleyên li ser çar saziyên sereke yên krediyê yên Rûsî, di nav de banka duyemîn a Rûsyayê, ragihand. Brîtanya jî li ser 100 sazî û kesayetên Rûsî ceza ferzkirin. Serokê Rûsya Putin jî got: Ji derveyî êrişek li dijî Ûkrayna ti vebijêrkek din li pêşiya wan nemabû.

Waşîngton li pêşberî Moskow û tevgera wêya leşkerî dixwaze helwestekî tund nîşan bide.

Lê heta niha ev helweta ku bihêle Moskow gavê bi paşde bi avêje derneketiye.

Biden cezayên nû yên li dijî Rûsya eşkere kir

Serokê DYA Joe Biden careke din derket pêşiya çapemeniyê û xwest bi biryara cezayên ku wergirtine, Rûsya bitirsînin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ragihand ku welatên G7 li ser “pakêta toleyên wêranker” li dijî Rûsyayê li hev kirine.

Joe Biden diyar kir ku serokên dewlet û hikûmetên welatên G7 ku welatên pîşesazî yên pêşeng ên Rojava ne, li hev kirin ku li dijî Rûsyayê tedbîrên aborî bigirin.

Biden got, “Em ligel gelê wêrek yê Ûkraynayê ne.”

Hemwextî vê daxuyaniyê Biden careke din teqez kir ku wê leşkerên xwe ji bo şer neşênin Ûkrayna.

Di daxuyaniya hevpar a welatên G7 ku serokatiya wan a demkî Almanya dike de, destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ya li Ûkraynayê hate şermezarkirin û û wiha hate gotin:

“Ev ji bo sîstema navneteweyî xeteriyeke cidî ye.

Weke G7, em ê toleyên aborî û darayî yên tund û bi koordîne ferz bikin.”

Serokê DYA Joe Biden cezayên Amerîkayê yên li dijî Rûsyayê jî bi raya giştî re parve kir.

Joe Biden got, “cezayên dijwar” yên navborî wê di beşa darayî û sektora teknolojiyê de werin berhev kirin.

Biden da zanîn ku ceza wê çar saziyên krediyê yên Rûsî bike armanc, di nav de Banka VTB ya ku banaka duyemîn a herî mezin û xwedî ji sêyan yekê serweta giştî ya Rûsyayê hebe.

Serokê DYA diyar kir ku ew ê bankayên navborî ji bazarên darayî yên Amerîka derbikevin û ev tişt anî ziman:

YE, Îngilîstan û Japon jî plan dikin ku gavên bi vî rengî bavêjin.

Biden careke din got,

Putin ev êriş pêk anî. Ev rê hilbijart.

Niha ew û welatê wî wê berdêla vê yekê bidin.

Brîtanya biryar da ku li ser 100 şirket û welatiyên Rûsya cezayn bisepîne

Piştî vê yekê Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ragihand ku wan biryar daye ku li ser zêdetirî 100 welatî û şîrketên Rûsî cezayan bisepînin.

Qedexe li ser şireketa hewayî ya balafirên rêwiyan a Aeroflot a Rûsî hat sepandin.

Putin: Ji derveyî êrişkirina Ûkrayna ti vebijêrkek din nebû

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin yê bûyî armanca bertekên cîhanê jî got, ji bilî êrişkirina Ûkraynayê tu rêyeke din a parastina Rûsyayê nemaye.

Putin diyar kir ku niyeta wan a lawazkirina pergala aborî ya cîhanê nîne.

Back to top button