Navgînên ragihandinê yên rêjîma Sûrî ragihandin ku dawiya şevê balafigeha leşkerî ya T4 rastî êrîşekê hat.
Li gorî ajansa SANAyê, duh dawiya şevê êrîşek li ser balafirgeha T4 a gundewarê Homsê pêk hatiye.
Hêzên rejîmê jî bi moşekan bersiva êrîşê da.
Di encamê de kuştî û birîndar hene.
Di nava 24 saetên dawiyê de ev êrîş cara duyem pêk tê.
Şeva din jî balafirên Israîlê êrîşî hin baregehên rêjîma Sûrî kirin û di encamê de 3 leşkerên rêjîmê û 7 jî yên alîgirê wê hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Israîlê ragihand ku êrîş bersiva avêtina du moşekên ku bi ser Colanê ve hatibûn avêtin, bû.
TRUMP: DIVÊ RÛSYA Û SÛRIYE TOPBARANA IDLIBÊ RAWESTÎNIN
Di mijareke din de, serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Donald Trump li ser Rûsya û rêjîma Sûrî teqez kir ku topbaran û bombekirina Idlibê rawestînin.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:
“Em dibihîzin ku Rûsya, Sûriye û heta radeyekê Îran jî, Idlibê topbaran dikin û di encamê de sivîlan dikûjin.
Em dibêjin bila rawestînin.”
Tê zanîn Twittera Trump piştî ragihandina Mosko hat ya ku piştgiriya êrîşên rêjîma Sûrî dike.