Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata şehîd Cûdî Amanos re xwestin

Şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê sersaxî dan malbata Şehîd Cûdî Amanos.

Şervanê YPG’ê Can Osman bi nasnav Cûdî Amanos 12’ê Tîrmehê di encama qezayeke tirafîkê de li Helebê şehîd bûbû.

Duh şehîd Cûdî Amanos bi merasîmekê li goristana şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate oxirkirin.

Îro jî bi dehan şêniyên Şêxmeqsûd, malbatên şehîdan, komînên taxan, meclîsên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hêzên leşkerî ji bo sersaxiyê serdana kon kirin.

Di bin kon de gelek kes axivîn û behsa rol û tekoşîna şehîdan di avakirina Rêveberiya Xweser û sîstema neteweya Demokratîk kirin.

Her wiha sersaxî ji bo malbata Şehîd re xwestin û soza berdewama riya şehîdan nû kirin.

Di dawiyê de wesîqeya Şehadetê hate xwendin û redestî malbatê hate kirin.

Back to top button