Rêxistin û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa têkîldarî gefên dewleta Tirk li ser Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin: xwedî li şoreşa rojava derkevin.
33 rêxistin û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa di daxuyaniyê de bang li Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê kirin ku li dijî amadekariyên şer ên dewleta Tirk derkevin û nerazîbûnan nîşan bidin..
Her wiha bang li Emerîka û Rûsiya jî hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dildarê DAIŞ’ê bikevin tevgerê û hat gotin: “Demildest qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyeyê ji firîna firokeyên şer ên Tirkiyê re qedexe bikin.
Em bi vê hest û helwestê her mirov, kes, rêxistin, sazî, tevger û partiyên ku dilê wan ji bo Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyê lê dide, vedixwînin meş û mîtîngên 23’ê Tirmehê li tevahiya Ewropayê..
Ev qêrîn qêrîna Şoreşa Rojava û tevahî kurd û kurdistanê ye”