Rojnameger Wedat Hisên li ser gora xwe hate bîranîn

Nûçegihanê Rojnews Wedat Hisên di 6’emîn salvegera şahadeta xwe de tevî astengiya hêzên PDK’ê jî li ser gora xwe hate bîranîn.

Nûçegihanê ajansa ROJNEWS’ê Wedat Hisên Elî di 13’yê Tebaxê de li Taxa Melta ya Dihokê ji aliyê du wesayîtan ve hate revandin û dema ku hat dîtin, bi awayek hovane êşkence lêhatibû kirin.

Heta gihandin nexweşxaneyê, şehîd bû.

Îro hêzên PDK’ê ji malbata wî re gotine ku divê hun bi tenê biçin li ser gora Wedat Hisên û nabe ti kesek din serdana gora wî bike.

Ji saetên sibehê ve her car aliyên goristana ku Wedat Hisên Elî lê hatiye veşartin, ji aliyê hêzên PDK ve hatiye girtin.

Girtiyên Behdînan: Wedat Hisên yek ji qurbaniyên dengê azade

Girtiyên Behdînan jî bi vê boneyê peyamek dan û gotin:

“Pakrewan Wedat Hisên yek ji wan zincîra qurbaniyên dengê azad û bîr û ramana cuda ye ku ji aliyê hinek kesan ve nayê hezim kirin…

Di dawiya peyama girtiyên Behdînan de, hat gotin ku girtina me jî wê bibe mînakek din a zindî ya şikestina vê cureya hikûmetê.

Back to top button