Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin lidarxistin

Bertek û berxwedana gel ya li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê her roj zêde dibin. Îro jî li gelek deveran êrişên deweta Tirk û bêdengiya civaka navneteweyî hat şermezar kirin. Her wiha bang li hêzên cîhanî hate kirin ku rê li ber komkujiyên dewleta Tirk bigirin û qada ezmanî ya herêmê qedexe bikin.

Çalakiyên bi armanca şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk û girtina qada ezmanî dewam dikin.

Çalakiya konvedanê ya ku li ber avahiya NY’ya li Qamişloyê hatiye vedan, di roja 9 de dewam dike.

Îro jî endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-KPÇ a Herêma Cizîrê û bi dehan hemwelatî tev li çalakiyê bûn.

Li wir Hevseroka Akademiya Ziman a Şehîd Egîd Cîlo Fatme Ebdulah axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide gelê kurd qir bike.

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxiyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kampa Roj Fereh Hemdo hate xwendin û wiha hate gotin.

“Kampa Hol û Roj yên malbatên DAIŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê tevahî xeteriyeke mezin çêdike.

Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike ku xwe jinûve bi rêxistin bikin.”

Fereh Hemdo bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku li dijî van êrişan bisekinin û bi erkên xwe rabin.

Li navçeya Çilaxa jî gel daketin qadan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Şêniyan pişgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk re anîn ziman û diyarkirin ku ew ê jî li rex hêzên xwe li dijî dagirkeran bisekinin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê jî, çalakî li dar xist.

Çalakî li Qada Jina Azad bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan pêk hat.

Bi sedan şêniyên Tebqayê jî li dijî êriş û dagirkeriya Tirk meşiyan.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Ubêd daxuyaniyek da.

Nesrîn Ubêd gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û bêdengiya hêzên gerantor şermezar kir.

Di dawiyê de Nesrîn Ubêd banga girtina qada ezmanî a herêmê kir.

Li Minbicê jî bi heman armancê xwepêşandanek hate lidarxistin û daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina zarok û jinan û şehîdkirina wan ji aliyê dewleta Tirk ve hate şermzar kirin.

Meclisa Şehbayê jî li dijî êrişan daxuyaniyek dan.

Di daxiyaniyê de, bang li Rûsya, Amerîka, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li dijî êrişan helwest nîşan bidin û qada ezmanî ya herêmê li pêş balafiran bigirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê li dijî tecrîda ser Rêber APO li taxa Şêxmeqsûd a Helebê xwepêşandan li dar xist.

Her wiha Partiya Yekîtiya Demkratîk-PYD bi koordîneya Meclisa Malbatên Şehîdan bi heman armancê çalakiya konvedanê li dar xist.

Di çalakiyê de, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hate şermezar kirin.

Her wiha bang li gel hate kirin ku ji bo azadiya Rêber APO tekoşînê mezin bikin.

Back to top button