Navenda Lêkolînên Kurdî li Hesekê komxebatek li dar xist

Navenda Lêkolînan a Kurdî bi beşdariya 200 delegeyan komxebata diyalogê li bajarê Hesekê li dar xist. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di komxebatê de axivî û got, “Ji ber piştevaniya dewlet Tirk, DAŞ’ê ji nûve xwe li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi rêxistin dike, ev yek jî li ber bêdengia hêzên koalîsyonê yên ku li dijî terorê şer dikin, tê kirin.

Navenda Lêkolînên Kurdî îro li bajarê Hesekê dibin navê “Siyasetên dagirkeriyê û hegemonyaya Tirkiyê gefan li ewlehî û aramiya li herêmê dixwe û terorê zindî dike” komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de 200 delege ji siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên saziyên civaka sivîl, rûspî û şêxên eşîran, fermandarên (QSD) û (YPJ) û şandeyeke ji Meclisa Sûriya Demokarîk (MSD) û Rêveberiya Xweser amade bûn.

Komxebat li ser 3 rûniştinan dest pêkir.

Di rûniştina yekem de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd gotarek pêşkêş kir û tê de behsa sedemên çaresernekirina têkbirina DAIŞ’ê kir.

Bedran Çiya Kurd: Ji ber piştevaniya Tirkiyê DAIŞ ji nûve xwe li herêmê bi rêxistin dike

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ji ber berdewamiya piştevaniya dewlet Tirk ji DAIŞ’ê re , DAŞ’ê ji nûve xwe li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê birêxistin dike ev yek jî li ber bêdengia hêzên koalîsyonê yên ku li dijî terorê şer dikin, tê kirin.

Her wiha Çiya Kurd behsa riyên çaresekirina aloziya li suriyê kir û ev got, “ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, tenê yek piroje li herêmê heye ew jî, projeya Rêveberiya Xwesere, yekane projeya ku dikare aloziya li suriyê çareser bike.

Li aliyê din jî kesayetên ku beşdarî komxebatekê bûn nirxandin kirin.

Back to top button