Şêniyên Mexmûrê şehîd Ebûzeyd Abdullah bi merasîmek girseyî oxir kirin

Cenazeyê şêniyê Wargeha Mexmûrê, Ebûzeyd Abdullah Ubeyd ku duh di encama êrişa balefira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, bi merasîmek bi heybet hat oxir kirin.

Şehîd Ebûzeyd Abdullah li ber derê mala xwe ya li wargehê şehîd bû, vê êvarê bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên wargeha Mexmûrê li Navenda Çand û Hunerê merasîmek bi heybet hate lidar xistin.

Di merasîmê de hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûr Filîz Bûdak axivî û got:

Hevrêyê me Ebûzeyd kedkar û avakarê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Em pir şanazin ku xwedî şehîdek mîna Ebûzeyd in.

Hevalê Şehîd Ebûzeyd, Ehmed Ozer jî axivî û got: “Doza me mezin e, giranbuha ye, ji bo wê jî em berdêlên giranbuha didin.”

Li ser navê malbatê jî keça şehîd axivî û diyar kir ku şehîd şehîdê gelê Kurd e û got: “Ez bi şehîdbûna bavê xwe serbilind im.”

Li ser navê Komîteya Malbatê Şehîdan Sûltan Yildiztan jî diyar kir ku ew ê heta dawî xwedî li şehîdan derkevin û li ser şop û keda wan têkoşînê bikin.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi meşekê heta goristana wargehê çûn û sipartin axê.

Back to top button