Ukrayna..Li santrala nukleerî ya Zaporijya wê lêkolîn bê kirin

Di şerê li Ukrayna de, metirsiya nukleerî hîna zêde ye.
Ji ber vêyekê santrala nukleerî ay Zaporijya di rojeva sereke ya şerê li welat de cihê xwe digre.
Ajansa Enerjiya Atomî ya Nanetewî ji bo despêkirina lêkolînên li santralê berê xwe da herêmê.

Rêveberê giştî yê IAEA Rafael Mariano Grossi beriya ku serdana Santrala Nukleerî ya Zaporijya bike li paytext Kîevê daxuyanî da rojnamevanan.

Grossi diyar kir ku ew hêvî dikin li Ukraynayê wekî saziya çavdêriya NPP-ya Zaporijya mîsyoneke daîmî ava bikin û got,

“Ev operasyon, operasyonên pir tevlihev in.

Em diçin herêma şer.

Em diçin axa dagirkirî û ev ne diyar e.

Ji bo wê garantî pêwist dike.

Me ev yek bi dest xist û niha em ber bi [NPPa Zaporijya] ve diçin.”

Şandeya IAEA ya bi serokatiya Grossi ji bo li Santrala Nukleere ya Zaporijya lekolinan bike li Ukraynayê ye.

Santrala navbûrî li başûr-rojhilatê Ukraynayê ye.

Di heman demê de, santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropayê ye.

Santrala ku 6 reaktorên nukleerî lê hene, di saetê de xwedî kapasîteya hilberîna elektrîkê 5 hezar û 700 megawatt e.

Di heman demê de, ji sedî 20 ê elektrîka giştî ya Ukraynayê dihilberîne.

Santral 4ê Adarê ji aliyê Rûsyayê ve hatibû kontrolkirin.

Li derdora santrala ku niha di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, êrîşên bi topan tên kirin.

Ukrayna û Rûsya hevdu bi van êrîşan tawanbar dikin.

Back to top button