Waşîngton, bersiva Tahranê “çêker” nedît

Ji nava Bruksel û Tahranê daxwaza vegera li peymana nukleerî ya Îranê heye.
Tevî tawîzên Îranê jî Amerîka di pêvajoyê de bi heman daxwazî tevger nake.
Herî dawî Waşîngtonê bersiva Tahranê ya li ser peymanê “çêker” nedît.

Di demekî ku Amerîka bi welatên Ewropa re cezayên li ser Rûsyayê zêde kirine, na xwaze li Îranê re li hev bike.

Ji ber vê yekê di peymana nukleerî ya Îranê de bi xemsarî nêz dibe.

An jî bi gotinek din, Tehran rewşa heyî wiha pênase dike.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Nasir Kenanî li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

NAsir Kenanî ragihand, bersiva Amerîkayê ya li ser pêşnûmeya peymanê ji aliyê wan ve di astên cuda de hatiye lêkolînkirin û bersiva amadekirî ji bo kordînatorê danûstandinan hatiye şandin.

Kenanî wiha got:

“Daxuyaniya ku hatiye şandin ji bo encamdana danûstandinan xwedî nêzîkatiyeke avaker e.”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Vedant Patel derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Vedant Patel got,

“Em dikarin piştrast bikin ku me bersiva Îranê girtiye.

Em lê digerin, em ê bersivê bidin, lê mixabin ne avaker e.”

Aliyê Amerîkayê eşkere nekir ku kîjan daxwazên Îranê avaker in.

ev dimenê arşîvê ye

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bernameya peymana nukleerî ya Îranê, 2015’an tevî 5 endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY (Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngilistan û Fransa) û bi Almanya re, hatibû îmzekirin.

Lê ev peyman bi vekişîna yekalî ya Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di Gulana 2018’an de bi dawî bûbû.

Piştî vê Waşîngtonê cezayên li ser Tahranê ferzkir û aloziya navbera aliyan careke din zêde bû.

Di 15’ê Tebaxê de Îranê nêrîna xwe ya li ser pêşnûmeya peymana ku ji aliyê YE’yê ve weke nexşerêya dawîn a danûstandinên nukleerî hatibû qebûlkirin, ji YE’yê re ragihand.

Koordînatorê Danûstandinan û Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Ewlekariyê ya YE Josep Borrell bersiva Îranê “maqûl” bi nav kir.

Amerîka jî di 24’ê Tebaxê de bersiva xwe li ser nêrîna Îranê şandibû.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan 31’ê Tebaxê ser mijarê daxuyaniyek da.

Ebdullahiyan ragihandibû,ku ew dixwazin cezayên ji ber peymanê li ser wan hatîn ferzkirin bên rakirin.

Back to top button