Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku bi pêşengtiya Hêzên Asayîşê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê hate destpêkirin di roja 12`an de dewam kir.
Di lêgerîna îro de, cihekî êşkenceyê yê DAIŞ’ê hat dîtin ku 4 Jinên destên wan kelepçekirî tê de bûn.
Qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ku Hêzên Asayişê li kampa Holê di 25´ê Tebaxê de dest pê kiriye, îro di roja 12’an de dewam kir.
Lêgerînê saet 05:00´ê berbangê li beşa 5´an û 7’an dewam kir.
Di lêgerînê de, cihekî ku çeteyan wekî êşkencexane bi kar dianîn jî hat dîtin.
Her wiha li vî cihê êşkencexaneyê jî 4 jinên kelepçekirî hatin dîtin ku li ser wan şopên îşkenceyê hene.
Dîsa di dewama lêgerînê de, 3 cercurên Kilaşinkov, çenteyekî leşkerî û telefonek hat dîtin.
Li beşa 5’an jî xendeke hat dîtin û ji aliyê hêzên operasyonê ve hat xetimandin.