KCK’Ê: SÎSTEMA XWESERIYA DEMOKRATÎK YEKANE ÇARESERIYA ROJHILAT NAVÎN E

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê got, sîstema xweseriya demokratîk a ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ve hat afirandin, ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye qada azadî û demokrasiyê, bûye nefesa aştî û biratiyê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê bi boneya salvegera 7’emîn a şoreşa Rojava şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got.

Gelê Kurd bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an a Rojava re, nîşan da ku gelekî demokratîk, şoreşger û pêşengê Rojhilata Navîn e.

Tevî gelên Ereb û Suryan, şoreş veguherand şoreşa gelên Sûrî û Rojhilata Navîn û bi vî awayî hêvî ji gelan re afirand.

Li Rojhilata Navîn ku gel û baweriyên bûne dijminê hev, ev şoreş şoreşa zîhniyeta ku biratiya gelan û baweriyên li Rojhilata Navîn pêk aniye ye.

Bi vî rengî eşkere bû ku Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê şoreşger ê gelên Rojhilata Navîn e.

Sîstema xweseriya demokratîk a ku bi rêxistinbûna civaka demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkete holê, veguherî modeleke demokratîkbûnê ya Rojhilata Navîn.

Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Durzî, Çeçen û Tirkmen weke neteweya demokratîk DAÎŞ û El Nûsra têk birin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li pişta wan koman ne.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhatiyên Suriyê û Enternasyonalîst jî di nav de 10 hezar şehîd da û DAÎŞ’ê têk bir. Ev yek jî taybetmendiya vê şoreşê nîşan dide.

Ev rastî jî nîşan dide ku şoreş têk naçe.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DIVÊ GELÊ ME LI SER BINGEHA PARADÎGMA RÊBER APO XWEDÎ LI ŞOREŞÊ DERKEVE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de ev bang ji bo gelê şoreşê kir:

Bi navê Tevgera Azadiya Kurd em ê her tim xwedî li vê şoreşê derkevin ku bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk demokratîk û azadîparêziya jinê hatiye afirandin, û em ê timî pê re bin.

Divê Ereb, Tirk, Fars, Azerî, Ermen, Suryan û hemû gel xwedî li vê qada azadiyê derkevin.

Divê gelê me yê li hemû parçeyan xwedî li vê şoreşê derkevin û êş û berdêlên xwe yên giran ên sedsalan veguherîne coşa jiyana demokratîk û azad.

Şehîdên Şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibin hêvanê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn, têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn, wê teqez bi ser bikeve.

Leave a Reply

Back to top button