Ukrayna li benda êrişên mezin e

Ukrayna li aliyekî îdîa dike ku wan derbên giran li artêşa Rûsyayê dane,
Li aliyê din jî eşkere dike ku Moskor li dijî binesaziyên welat amadekariya êrişên mezin dike.
Ji ber vê yekê Kiev li bendê ye ku elektrîk li ser piraniya welat were birîn.
Şaredarê paytextê jî bang li welatiyên xwe kir da ku ji bi valakirina bajêr amade bin.

Serokê Ukraynayê Zelensky îdîa kir ku artêşa Rûsyayê li hemberî hêzên wan derbên giran dixwe.

Bi taybet jî li herêma Donetskê.

Zelensky diyar kir ku ji ber vê Rûsya xwe ji bo êrişên mezin amade dike.

Û weke gava pêşî wê binesazî, navendên elektrîk û emerjiyê bike armanc.

Ji ber vê serokê Ukraynayê dibêje, wê beşeke mezin ji welatê wan bê elektrîk bimîne û wiha dewam kir:

Pêwîste gelê me li Kievê xwe ji bi rewşa hetî xerab amade bike.

Hefteyên dawî ji ber êrişên Rûsyayê bi mîlyonan Ukraynî ê av û elektrîk mane.

Û bi hatina zivistana dijwar re wê ev yek rê li ber encamên giran veke.

“Xwe ji bo valakirina Kievê amade bikin”

Şaredarê paytext Kievê Vitali Klitschko (Vîtalî Klîtşko) têkildarî êrişên Rûsya ên li dijî binesaziya welat daxuyaniyek da.

Klitschko îşaret bi wê yekê kir ku dibe elektrîk bi temamî li ser paytextê were birîn û ev bang li welatiyan kir:

Eger hat û elektrîk bi temamî qut bû, xwe ji bi valakirina Kievê amade bikin.

Li gorî encama lêkolînên hatine kirin, heta niha ji ber êrişên artêşa Rûsyayê, ji sedî 40’ê sîstema enerjiyê li Ukraynayê hilweşiya ye.

Back to top button