Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê 3 çeteyên ku plana êrîşan di cejna qurbanê de li Reqayê dikirin, girtin.
Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, Yekîneyên wan ên Antî teror û Koalîsyona navdewletî bi operayoneke hevbeş, şaneyek razayî li gundewarên Reqayê yê Rojhilat girtin.
Navendê eşkere kir ku, şaneya ku ji 3 çeteyan pêk tê, plana êrîşan di roja cejna qurbanê de dikirin.
Bi çeteyan re, erebeyek teqemeniyê ji bo pêkanîna êrîşê, alavên pêgihandinê û yên teqemeniyê hebûn.
Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, tîmên endezyariyê erebe bê bandor kir û hîna jî lêgerîna xwe li çeteyên şaneyê didomînin.
QSD’ê berî 2 rojan, 20 çete li gundê Bo Hemam ê Dêrazorê û Hêzên Asayîşê 4 çete li gundewarên Dêrazorê girtibûn.
Li gorî çavaknaiyên leşkerî, îro jî operasyona şervanan li dijî şaneyan li gundewarên Dêrazorê heye.