PIŞTÎ RÛSYAYÊ, EMERÎKA JÎ WÊ XWE JI BERNAMEYÊ VEKIŞÎNE

DYE ji sibe û pê ve bi fermî wê ji bernameya bêçekbûnê derkeve. DYE bi salan Rûsya bi binpêkirina bernameyê sûcdar kiriye. 

Berpirsê nû yê Pentagonê Mark Esper li senatoyê axivî û got, ”Bername ji bo me hewce bû, lê dema du alî li gorî bernameyê biçin, wê kêrhatî be”.

Esper got:

Amerîka wê heta 2’yê Tebaxê li gorî bernameyê biçe, piştre wê li gorî berjewendiya xwe tevbigere.

1’ê Sibatê, Amerîka gotibû ew ê yekalî xwe ji bernameya ku di dema şerê sar de navbera wê û Rûsyayê de hatibû îmzekirin, vekişîne.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî 3’yê Tîrmehê, fermî xwe ji vê yekê vekişand.

Ev tê wateya bidawîbûna bernameya ‘bêçekbûnê’ ya di navbera Amerîka û Rûsyayê de.

Rayedarên Ewropî jî der barê vê yekê de bifikar in.

Leave a Reply

Back to top button