Kar û xebatên Kombûna Jinên Zenûbiya ya 2022’an

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tora xwe ya rêxistinê bi hemû rengan berfireh kirin. Kombûna Jinên Zenûbiya jî berhemê vê rêxistinê ye.Di sala 2022’an de Kombûna Jinên Zenûbiya li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan gelek xebat dan meşandin û gelek jin jî birêxistin kir.

Bi pêşengiya rêxistinên jinan ên ku di gelek qadên ku xizmetê ji jinan re dikin, xebatên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2022’an de bû şahidê çalakiyên xurt.

Yek ji wan rêxistinan jî Kombûna Jinên Zenûbiya ye.

Di 2019’an de Kombûna Jinên Zenûbiya li Dêrezorê, Reqa, Tebqa û Minbicê bi armanca destekdayin, çareserkirina pirsgirêkan û rola jinan hat avakirin.

Di sala 2022’an de Kombûnê li Req, Tebqa, Minbic û Dêrazorê gelek kar û xebat ji bo jinan dan meşandin.

Di vê salê de derdora 313 dozên jinan hatin çareser kir.

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê dest bi berhevkirina genim kir ku li rûbereke 400 donim çandibû.

Qezencên berhem li sendoqa kombûnê vegere ku bi rêya wê projeyên aborî ji bo jinan vekirin.

Û gelek projeyên aborî vekirin, ji wan firin, aş, mala mûnê, terzîxane û kargeha madeyên paqijkirinê.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê bi dirûşma “Bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, em dê civakeke demokratîk û azad ava bikin”, komxebateke diyalogê li dar xist.

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqa, R eqa, Minbic û Dêrazorê bi d irûşma “Bi perwerde û birêxistinbûnê em ê şoreşa civakî pêk bînin” dest bi pêngava lidarxistina civînan kir.

Ev hemle di çarçoveya bihêzkirina jinan di hemû waran de, pêk hat.

Kombûnê ji bo 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê gelek çalakî li dar xistin.

Kombûnê li bajarê Minbicê xwepêşandanên bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwepêşandanên piştgiriya berxwedanê jî li dar xistin.

 

Li Dêrazorê jî kombûnê li dijî hedefgirtina jinan gelek çalakî û kampanya li dar xistin.

Li Dêrazorê, Tebqa, Minbic û Reqayê jî Kombûna Jinên Zenûbiya rêzepêngavên hişyarkirin û perwerdekirinê yên têkildarî dozên jinan lidarxistin

Dewreyên perwerdekirina jinan hatin vekirin da ku di aliyê îdarî û teknîkî de pêşbikeve û 93 jin tevlî perwerdeyê bûn.

Ji wan “Zewicandina zarokan, pirjiniyî, bêexlaqî û birîna madeyên hişbir û cilên îslamî.”

Back to top button