Ukrayna: Êrişên li ser 13 wargehan hatine têkbirin

Artêşa Ukrayna ragihand ku wan êrişên li ser 13 niştecihan têk birine.
Di demekî ku şerê li Ukrayna derbasî çekên giran bûye de, Amerîka wê leşkerên welat bo karanîna Patriota perwerde bike.
Hemwextî vê yekê, jimara Ukrayniyên heta niha koçberî Polonya bûyîn gihişt 9 mîlyonî.

Ukrayna di parastin û Rûsya di kontrolkirinê de israr dike.

11 mehin şerê li Ukrayna, nekariye heta niha armanca li ser vê xakê pêk bîne.

Lê ya diyar hîna ev şer wê demek din dirêj bike.

Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê li ser Facebookê daxuyaniyek da û got,

“Hêzên Rûsyayê bi pergalên roketavêj êrişî herêmên Xarkov, Donetsk û Xersonê yên sivîl kirin e.

Bêtirî 50 carî êriş pêk anîn e.”

Serokerkanê Hevbeş îşaret bi wê yekê jî kir ku metirsiya êrîşên mûşekî û êrîşên asmanî yên Rûsyayê li navçeyên cuda yên Ukraynayê dewam in.

Leşkerên Rûsyayê li Xersonê li dijî binesaziya sivîlan li 12 niştecihên bajêr bi topan êrîş pêk anîn.

Hêzên hewayî yên Ukraynayê jî di nava 24 saetên dawî de 14 êrîş birin ser komên girêdayî artêşa Rûsyayê.

Yekîneyên Ukraynayê sê nuqteyên fermandariyê û 8 komên hêzên Rûsyayê bi moşek û topan kirin armanc.

Amerîka dest bi perwerdekirina leşkerên Ukrayna bo Patriotan dike

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tûggeneral Patrick Ryder ragihand ku leşkerên Ukraynayê wê hefteya bê dest bi perwerdehiya pergala parastina hewayî ya Patriot bikin.

Ryder diyar kir ku 90 heta 100 leşkerên Ukraynayê wê hefteya bê li Baregeha Fort Sill a eyaleta Oklahoma dest bi perwerdehiya pergala parastina hewayî ya Patriot bikin.

Amerîka 21’ê Kanûnê û Almanyayê jî di 5’ê Çileyê de ragihandin ku ew ê pergala parastina hewayî Patriot bidin Ukraynayê.

Jimara koçberên Ukrayni yên li Polonya gihişt 9 mîlyonî

Bi dijwarbûna şerê li welat re, pêla koçberiyê jî zêde dibe.

Rêveberiya Polonya ragihand ku ji despêka êrişa Rûsya li ser Ukrayna û heta niha , 9 mîlyon û 74 hezar kes koçberî welat bûne.

Tenê doh nêzî 30 hezar kes derbasî Polonya bûne.

Back to top button