Deshilata Îranê dixwaze bi tirsê jinan ji xwepêşandanan dur bike

2 roj mane, serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” 4 mehên xwe tejî bike.
Tevî hemû zext û gefan jî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest ji xwepêşandan bernedan.
Biryarên darvekirinê yên deshilta Îranê rastî bertekan tê.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga rawestandina darvekirinan li Îranê kir.

118 rojin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxwaza azadiyê tê kirin.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya 16 Îlonê despêkirî, mohra xwe li dîroka welat dide.

Deshilata Îranê kesên di xwepêşandanê de digre wan mehkûmê cezayên girtîgeh û darvekirinê dike.

Lê van polîtîkayên deshilatê heta niha nekariye xwepêşandanên bi pêşengtiya jinan pêk tên ji kolanan vale bikin.

Çalakvana mafên jinan Leila Mensûr a di çalakiyên 16’ê Mijdarê de hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Êvînê hatibû kirin, mehkûmê salek cezayê girtîgehê, 50 qamçiyan, 2 sal qedexeya derketina derveyî welat hat kirin.

Her wiha ji bilî qedexeya îqametkirina li eyaleta Tahranê, du salan qedexekirina endambûna partî û komên civakî û siyasî hat kirin.

Çalakvana mafên jinan di 26’ê Kanûnê de heta dawiya dozê bi awayekî demkî bi kefalet hatibû berdan.

Mahsa Ferhatî mehkûmê 2 û Fatemeh Harbî ya 39 salî ya ji mehkumî 5 cezayê 5 salî hate kirin.

Ji rêxistina efû ya navnetewî banga rawestandina darvekirinan

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di derbarê biryarên bi darvekirinê yên dewleta Îranê li ser xwepêşanderêndaxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ‘darvekirinên hovane’ yên li dijî Mihemed Mehdî Keramî û Seyid Mihemed Huseynî hat şermezar kirin û hişyarî hat dayîn ku çarenûsa gelek kesan mîna ya wan e.

Rêxistinê bang li dewleta Îranê kir ku hemû cezayên darvekirinê yên ku ji ber xwepêşandanên li Îranê dayî, rawestîne.

Cîgira Serokê Ofîsa Rêxistina Efûyê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Diyana El Tehawî di derbarê mijarê de got:

“Domandina pêla kuştinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo bi dawîkirina xwepêşandanan, tiştekî kirêt e.”

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Volker Turk jî li ser heman mijarê got:

“Hikumeta Îranê cezayê darvekirinê wek çekekê bi kar tîne, da ku di nava welatiyan de tirsê belav bike û muxalefetê tune bike.

Darvekirin digihêje wê astê ku bi fermana dewletê pêk were.”

Li gorî tor û rêxistinên hiqûqî li dijî bêtirî 100 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Her wiha heta niha 4 xwepêşander hatine bi darvekirin.

Back to top button