Doprêçkirina Şehba ,Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam e.
Ji ber tunebûna mazotê xelkê dorpêçkirî bermahiyên ku tên şewitandin kom dikin û xwe pê germ dikin.
Hikumeta Şamê dorpêça girankirî ya daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê .
Di encamê de sotemenî, derman û di vê dawiyê de jî şîrê zarokan li her du taxan qut bûne.
Ji ber nebûna mazotê şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê diçin kolana Muxaberat a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de..
Ji malên ji ber êrişên komên çete kavil bûne, bermahiyên ku têne şewitandin, kom dikin ..
Da ku xwe pê germ bikin û xwarinê li ser amade bikin.
Di salên 2016ʹan de komên çeteyan êriş birin ser kolana Muxaberat..
Di wê demê de gelek mal wêran kirin.
Bi berxwedana şervanên YPG û YPJʹê êriş hat têkbirin.