Çalakvanên Hewlêrê: Divê siyaseta Kurdan yek be

Çalakvanên civaka sivîl ên Hewlêrê derbarê 100’emîn salvegera peymana Lozanê diyar kirin ku niha jî Kurd di jêr gefa dagirkerî û binpêkirinên mafan de ne. 

Çalakvanê Başûr Arî Ezedîn dibêje :

“Dagirker naxwazin ti cihek Kurdan di qada siyasî û rêvebirinê de hebe.

Pêwîste em Kurd stratejiyek me hebe ku bizanîn pêwîstiya me bi çi heye.

Hêzên her çar parçeyên Kurdistanê divê berpirsyartiya vê yekê hilgirin.

Erkê gel jî ewe ku zextan li hemû hêzên siyasî bikin ku wan bixin di jêr berpirsyartiyê de.”

Çalakvan Hawkar Nesredîn jî ji aliyê xwe ve got:

“Ji bo peymanek din mîna Lozanê dubare nebe, divê Kurd şiyar bin.

Ji ber ku niha jî welatên dagirker hewil didin peymanên mîna lozanê dubare bikin.

Ger di nava Kurdan de pirsgirêk nebe, wê dagirker nikaribin biserkevin.

Ji bona wê divê siyasetek me ya xurt a hevpar hebe.

Back to top button