Ji 11 welatên endamên NATO soza piştevaniya Ukrayna

Herçiqasî tevahî welatên Rojava li gorî daxwaza Kîevê tevnegerin jî herî dawî 11 welatên endamên NATO soza piştevaniyên nû ya leşkerî bû Ukrayna dan.
Di nava van welatan de, Brîtanya, Spanya, Almanya û Polonya hene.

Welatên NATOyê alîkariya Ukraynayê didomînin da ku xwe li hember êrîşên Rûsyayê biparêze.

Wezîrên Parastnê yê Estonya, Polonya, Lîtvanya, Letonya, Brîtanya, Almanya, Danîmarka, Çekya, Slovakya, Hollanda û Spanyayê li Baregeha Leşkerî ya Tapa ku li nêzî paytexta Estonya Talînê ye civiyan.

Wezîran li wir soza alîkariya leşkerî ya nû dan Ukraynayê.

Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkur piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi wezîrên parastinê re, got,

“Divê Rojava yekgirtî bimîne û bi alîkariya leşkerî piştgiriya Ukraynayê bidomîne.

Herî zêde hewcedariya Ukraynayê bi çekên giran heye.

Hînajî şerekî dijwar yê li pêşiya me heye.”

Di daxuyaniya hevpar a ku piştî hevdîtinê hat weşandin de hin welatan alîkariya xwe ragihandin.

Pakêtên alîkariyê yên ku di daxuyaniya hevpar de hatin ragihandin ev in:

  • Brîtanya: 600 mûşekên Brimstone
  • Danîmarka: 19 obusên bi tîpa Caesar ên Fransî
  • Estonya: Hawan, cebilxane, wesayitên piştgirî û bombeavêjên dijî tankan
  • Letonya: Pergalên parastina hewayî Stinger, du helîkopter, UAV
  • Lîtvanya: Çekên li dijî balafiran û du helîkopter
  • Polonya: S-60 a li dijî hewayî û 70,000 gule
  • Komara Çek: Cebilxane, guleyên hewanan û maşîneyên zirxî
  • Hollanda jî îro pakêta alîkariyê eşkere dike.
Back to top button