4 PARTIYÊN ÊZIDÎ YÊN ŞENGALÊ LI SER AVAKIRINA HÊZ Û RÊVEBERIYEKÊ LI HEV KIRIN

Endamê Rêveberiya Tevgera Çareserî û Pêşevçûna Êzidiyan (TPÇÊ) Osman Qasim têkildarî lihevkirina 4 partiyên Êzidî, diyar kir ku lihevkirina wan ji bo civaka Êzidî gaveke nû û girîng e. Her wiha eşkere kir ku ji bo wan a herî pêwîst lihevkirin bû.

Di 8’ê Tebaxê de li bajarokê Sinunê yê Şengalê serok û rêveberên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Partiya Pêşverû ya Êzidiyan, Partiya Demokratîk a Êzidiyan û Tevgera Çareserî û Pêşveçûna Êzidiyan li ser tevlîbûna hilbijartina meclîsa parêzgeha Mûsilê li hev civiyan.

Di encama civînê de her çar partiyan li ser 3 xalan li hev kirin û peyman îmze kirin.

Peyman ji van her sê xalan pêk tê:

– Ji bo rêveberiyeke fermî û nû ya Şengalê û bajarokê Qehtanî yê Şengalê xebat bê meşandin.

– Ji bo avakirina hêzeke Êzidî, xebat bê meşandin, divê ev hêz ji sedî 50 ji hêzên Êzidî yên li Şengalê, ji sedî 50 jî, ji pêkhateyên din ên Şengalê pêk were.

– Her çar partî wê weke koalîsyon tevlî hilbijartinên Parêzgeha Musilê û Perlamana Iraqê bibin.

ENDAMÊ (TPÇÊ) OSMAN QASIM: JI BO CIVAKA ÊZIDÎ, YA HERÎ PÊWÎST LIHEVKIRIN BÛ

Endamê Rêveberiya Tevgera Çareserî û pêçveçûna Êzidiyan (TPÇÊ) Osman Qasim têkildarî lihevkirinê axivî û got:

“Ji bo civaka Ezidî ya herî pêwîst, lihevkirin bû.

Di nava van salan de dibe ku em car caran hatibin gel hev, lê me yekîtiyeke rast pêk neanîbû.

Lê divê armanca me ew be ku em bikaribin hêvî û daxwaza gelê xwe bêyî ku berjewendiyên tu partiyek an tevgrekê derbikeve pêş, pêk bînin.”

Leave a Reply

Back to top button